HRE’yê bîlançoya êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’yê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêma Efrîn û Şehbayê ya meha Sibatê eşkere kir.
Hêzan diyar kir ku di encama êrîşan de 3 welatî şehîd 5 bîrîndar bûn.

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û Şehbayê didome.

Girêdayî wê, Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên di meha Sibatê de eşkere kir.

Bîlançoya HRE’ê bi vî rengî ye:

“Di 8, 12 û 13’ê Sibatê de li gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê di encama topbaranê de leşkerek hikûmeta Şamê hat kuştin û leşkerek din jî birîndar bû.

Di heman demê de 2 şênî şehîd bûn û 3 jî birîdar bûn.

Dîsa di 13’ê Sibatê de li gundê Til Medîq di encama topbaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.”

Di bîlançoya HRE’ê de hat diyarkirin ku di 23’ê Sibatê de balafirek bêmirov ya dewleta Tirk li gundê Til Eyîn hate ruxandin.

Di bîlançoyê de hat ragihandin ku di 29’ê Sibatê de jî di encama topbarana artêşa Tirk a li dijî gundê Teanê de şêniyek şehîd bû û şêniyek jî birîndar bû.

Her wiha di heman rojê di topbarana li ser gundê Soxanekê de şêniyek birîndar bû.

Li gorî bîlançoyê, dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de 1214 caran bi obusan, 649 caran bi hewanan, 32 caran bi tankan, 77 caran bi bombeavêjan, 4 caran bi moşekan û 9 caran bi balafirên bêmirov û carekê jî bi dronan êrişî herêmê kiriye.

Back to top button