Ciwanên Helebê şehîdên komkujiyan Cindrêsê bi bîr anîn

Ciwanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşeke meşaleyî şehîdên komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê bi bîr anîn.

Meş ji pêşiya Jêrzemîna 8ʹê Adarê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir..

Li Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê.

Li vir berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Heleb, Canxweş axivî ..

Canxweş diyar kir ku yên ku hewl didin Kurdan qir bikin wê qir bibin.

Yên ku dixwazin me kole bikin wê bibin kole.

Em gelên Efrînê me gelek têkoşîn kir û tu kes nikare li hemberî têkoşîna me bisekine.

Hemû hewldanên qirkirina gelê Kurd wê agirê Newrozê her sal were pêxistin. ”

Canxweş tekez kir ku ciwanên şoreşger wê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin

Back to top button