Riza Polat: Divê hemû civak deng bide berxwedana girtîgehan

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê Riza Polat , Parêzerê komaleya mafê mirovan Erhan Çîftçîler
Nûnerê MRAP ê NY’ê Gîanfranco Fattorînî derbarê tecrîdê û grevên birçîbûnê axivî û gotin:
“Divê hemû civak deng bide berxwedana girtîgehan.”

Çalakiya navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin didome.

Li gel vê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.

Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 20’an de didome.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê Riza Polat, derbarê grevên birçîbûnê axivî û got:

“Ji bo bidawîbûna tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiyên grevê heye

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê wateya banga pêkanîna zagonên ku dewlet girêdayî wan e.

Divê hemû civak dengê xwe bide vê berxwedanê.”

Riza Polat: Li girtîgehan daxwazek rewa heye

Riza Polat, da zanîn ku îro li girtîgehan daxwazek rewa heye û ev peyam da:

“Grevên birçîbûnê ji bo desthilatdariyê peyamek e.

Divê dewlet qanûn û hiqûqên girêdayî wê ye, pêk bîne.”

Parêzer Çîftçîler: Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û divê li wir biqede

Parêzerê Komaleya Mafê Mirovan-OHD’î Erhan Çîftçîler jî bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan û got:

“Em baş dizanin ku heta em li hember tecrîda Îmraliyê dengê xwe nekin dê azadiyên me ji dest me biçe.

Heta tecrîd neyê rakirin dê polîtîkayên ewlekariyê yên li welat hîn girantir bibin û got:

“Em dizanin ku civak ji vê konsepta şer bêzar bûye.

Lê divê civak vê ji bîr neke; sedema hemû zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin tecrîd e.

Heya ku tecrîd ranebe, dê welat teslîmî polîtîkayên hê ewlehîparêztir bibe. ”

Çîftçîler herî dawî bilêv kir ku cihê tecrîd lê dest pê kiriye Îmralî ye û dê tecrîd li vir bi dawî dibe.

Nûnerê MRAP ê NY’ê: Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e

Nûnerê Daimî yê Tevgera Dostaniya Gelan a Li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) a NY’ê Gîanfranco Fattorînî jî diyar kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê Ocalan azad bibe.

Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî rolekî esas e.”

Fattorînî destnîşan kir ku divê Ewropa ji bo guhertina şert û mercên ku Rêber Apo di nav de ye, bikeve nava tevgerê.

Back to top button