Çalakvanên Nobeta Edaletê: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!

Malbatên girtiyên ketine greva birçîbûnê di Nobeta Edaletê de diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya wan e û piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe.
Malbatan got ku hêj tu mirin çênebûn divê dewlet hişê xwe bîne serê xwe û gav biavêje.

Berxwedana dîlgirtiyên di girtîgehan de didome û malbatên girtiyan jî di çarçoveya pêngavê de dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Malbatên girtiyan ên ku her roj tên qada nobetê, hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin.

Hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol ji bo pirsa “We çima dest bi çalakiya nobetê kir?” wiha bersivê dide:

“Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, bi demê re li hemû girtîgehan belav bû.

Tundî û zexta ku li ser gelê kurd tê kirin êdî gihiştiye nava malên me.

Em vê neheqiyê qebûl nakin û li dijî wê em ê berxwedanê mezin bikin.”

Mehmet Şafî Erol: Bi yekbûyîna me em ê tekane armanca xwe pêk bînin

Erol diyar kir ku li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û ev tişt anî ziman:

“Me vê rewşa ku tu neheqî tê de tuneye qubûl nekir, û dest bi nobetê kir.

Armanca me edalete, bi yekbûyîna me em ê tekane armanca xwe pêk bînin.”

Fînce Akman ku dayika girtî Yakup Akman e û tev li nobetê bûye jî wiha got:

Divê gelê kurd baş bizanibe ku berxwedana kurdan bi 7 kesan dest pê kir û niha bûne bi milyonan.

Niha li her devera cîhanê belav bûne û xwedî li nasnameya xwe derdikevin.

Ji ber wê em ê herdem ji bo pêkanîna azadiyê li dijî her dijminî li ber xwe bidin û têbikoşin.”

“Heta em agahiyek ji Rêberê xwe negrin em dev ji çalakiya xwe bernadin”

Fînce Akman ku dayika girtî Yakup Akman e û tev li nobetê bûye jî got:

“Heta ku ew agahiyek ji Rêber Apo negrin wê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Çiqas zext li me bikin jî em ê her pêşve gav biavêjin.

Dayikên me bi îradeya xwe ya xurt tu carî bêdeng namînin.

Ji vir silavên xwe ji bo Îmrali û hemû girtiyan dişînim.”

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatê girtiyan 11 roj li pêy xwe hişt

Back to top button