Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatê girtiyan 11 roj li pêy xwe hişt

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatê girtiyan li Wan, Amed, Edene û Mersînê di roja 11’de didome.
Malbatan careke bi biryardari diyar kirin ku heya tecrîta Îmraliyê neşkê ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Her wiha Hevseroka Dem Partî Tulay Hatimogullari jî got, berî ku rewş xirabtir bibe divê tecrîd rabe.

Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê nobetên Edaletê bi biryardarî didomin.

Li Amed, Wan, Edene, Mersînê malbatên girtiyan 11’an roj in di grevê de ne û banga pêkanîna daxwazên zarokên xwe dikin

Li bajarê Stenbolê jî Nobeta Edaletê di roja 2’an de didome.

Malbatên girtiyan ê li Botanê diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û bang li her kesî kirin ku erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin.

Hevseroka DEM Partî: Berî rewş xirabtir bibe divê tecrîd rabe

Her wiha Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a DEM Partî Tulay Hatîmogûllari jî li navçeya Cizîra Şirnexê bal kişande li ser tecrîdê.

Tulay Hatîmogûllari ku bi boneya salvegera qedexeyên derketina derve yên Cizîrê li wir bû, got:

Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelan e.

Tulay bibîrxist ku bêtirî 3 sal in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin û îşaret bi grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî kir.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimoglarî anî ziman beriya ku rewşa girtiyên di çalakiyê de xirabtir divê tecrîd were rakirin.

Taybet Acet: Divê her kes rabe ser piyan

Back to top button