Li Şedadê şervanê QSD’ê Ziyad El Hesen hate oxirkirin

Îro li herêmê merasîmên oxirkirina şehîdan û sersaxî hebû.
Li Şedadê bi merasîmekê şehîd Ziyad El Hesen hate oxirkirin:
Li Kobanê û Amûdê welatî herikîn bin konê sersaxiyê û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Şervanê QSD’ê Ziyad El Hesen 11’ê Kanûna 2023’an dema li ser erka xwe bû şehid bûbû.

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî bajarê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD’ ê Ziyad El Hesen li goristana navçeyê kom bûn.

Di merasîmê de li ser navê saziya malbatên şehîdan a navçeya Şedadê Xedîca El Xidir axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew niha di nava aramiyê de û got:

“Em ê destketiyên şehîdên xwe bi her awayî biparêzin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Amudê welatiyan malbata şehid Emar Hemo bi tenê nehiştin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê jî ji bo sersaxiya ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo konê sersaxiyê vedan.

Şehid Emar Hemo ku di 12’ê Kanûna 2023 yan de li bajarê Hesekê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Di bin kon de Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Îlham Hisên fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û diyar kir ku heta serkeftinê ew girêdayî destkeftiyên şehîdan bin.

Merasîma sersaxiyê bi xwendina wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehid Baran Mezlûm re xwest

Bi sedan welatî û endamên saziyan berê xwe dan gundê Xanikê yê Kobanê û sersaxî dan malbata şehîd Baran Mezlûm.

Şehîd Baran Mezlûm 5’ê Îlona 2012’an li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de, ji malbatê re sersaxî xwestin û soz dan ku wê şopdarê xeta şehîdan bin.

Back to top button