Beriya zirveya avhewayê ya COP28 plansaziyên Îmaratê

Li Îmaratê zîrveya avhewayê ya COP28 were li darxistin.
Aliyek din derket holê Îmrat plansazî kiriye ku bi armanca teşwîqkirina peymanên petrol û şîrketên xazê ya netewî, civînên avhewayê bikar bîne.

Zîrveya ku roja pêncşemê bê lidarxistin, ji aliyê CEO’ya şîrketa petrola netewî yê Adnoc û di heman demê de balyozê avhewayê Sultan Al Jaber were rêvebirin.

Belgeyên ku derketine ji hêla Navenda Raporkirina Avhewayê (CCR) ve hatine bidestxistin û ji hêla Guardian ve hatine dîtin.

Ev belge ji hêla tîmê Cop28 ve berî civînên dualî yên di navbera Al Jaber û 27 hukûmetan de wekî beşek ji amadekariyên dîplomatîk ên ji bo civîna avhewa hatine amadekirin.

Di danûstendinan de mijarên têkildarî danûstandinên avhewayê, û her weha “daxwaz û xalên axaftinê” ya şîrketa enerjiyê ya Îmratê Masdarê ku Adnoc û Al Jaber pêşengiyê dike cîh digire.

Berdevkekî ji zirveya COP28 diyar kir ku belgeyên navborî ne rastin û got “Ev civînên taybet in û derbarê wan de nikarin şîrove bikin.”

Back to top button