Encamên hilbijartina Bakure Koreyê hat eşkerekirin

Encamên fermî yên hilbijartinên herêmî yên roja Yekşemê li Bakurê Koreyê hatin lidarxistin eşkere bûn.
Beşdariya hilbijartinan li welêt bi giştî ji sedî 99 e.
Di hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Koreyê de dengê muxalîf ji sedî 1 kêmtir derket.
Parlamento û encûmenên herêmî yên Bakurê Koreyê ji bo Partiya Karker ê di desthilatdariyê de ye xebitin.

Di hilbijartinên herêmî yên ku her çar salan carekê li Koreya Bakur tên lidarxistin de, ji sedî 1’ê dengan ji namzetên muxalefetê yên meclisên parêzgeh û şaredariyan re hatin dayîn.

Medyaya dewletê (KCNA) diyar kir ku di meclisên parêzgehan û şaredariyan de ji sedî 0,09 û ji sedî 0,13 dengan li hemberî namzetên muxalefetê hatine dayîn.

Şirovekaran behskirina ‘kêm’ a dengên mûxalefetê weke hewldana rêveberiyê ya ji bo nîşankirina îmaja civakê ya normal nirxandin.

Rayedarekî Wezareta Yekîtî ya Başûrê Koreyê diyar kir ev hilbijartin cara yekê ye ku Bakurê Koreyê dengên muxalefetê di hilbijartinên herêmî de ji salên 1960’an vir ve tîne ziman.

Tevlîbûna hilbijartinê li welêt sedî 99 bû

Medyaya dewletê KCNA derbarê hilbijartinê de ev agahî parve kir:

“Ji sedî 99,91ê hilbijêrên beşdarî dengdanê bûne, dengê xwe dane namzedên meclisên gel ên parêzgehan, ji sedî 99,87 dengên xwe dane berbijêrên meclisên gel ên bajar û navçeyan.”

Parlamento û encûmenên herêmî yên Bakurê Koreyê ji bo Partiya Karker ên di desthilatdariyê de dixebitin.

Beşdariya hilbijartinan li welêt bi giştî ji sedî 99 e.

Di rapora saziya ramanê ya Weqfa Asya Pasîfîk a Kanadayê de hat gotin:

“Heger Bakurê Koreyê bi Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) re were muqayesekirin, tasvîra civakeke demokratîk armanc dike da ku rewabûn û rastiya rejimê li cîhanê bi hêz bike.”

Back to top button