Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Leylanê yê dagirkirî êrişî gundê Um El-Xêr ê Til Temirê kir.
Hêzên Parastina Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryanî jî bersiva êrîşê dan û 3 çete hatin kuştin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane ji gundê Leylanê yê dagirkirî êrişî gundê Um El-Xêr ê navçeya Til Temirê kir.
Hêzên Parastina Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryanî di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişan dan.
Hate zanîn ku di encama bersivdayînê de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li Girê Spî zarokek bi giranî birîndar kir
Li ser riya M4 ya navdewletî jî, Artêşa Tirk erebeyên sivîlên gundê Dibis ê Girê Spî gulebaran kirin û zarokek bi giranî birîndar bû..
Nûçegihanê me diyar kir ku, zarokê bi navê Wîsam Osman ê 14 salî doh derdora saet 8’ê êvarî birîndar bû û niha li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.