Piştî 7 salan, rejîmê bajarê Meret Numan bi dest xist

Tenê di nava 4 rojan de û di encamê bêhtirî 6 hezar êrîşan de, rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê di nav de bajarê Meret Numan ê stratejîk, 26 herêm li Idlibê kontrol kirin.

Di encamê şerê navbera hêzên rejîm û çeteyên dewleta Tirk de, 315 kuştî çêbûn.

Li rex şerê li Idlibê û piştî gefên dawî yên Erdogan li dijî rejîma Sûrî û Rûsyayê, hêzên rejîmê karwanekî artêşa dewleta Tirk li Helebê kir hedef.

Herêma bi navê ”Kêmşer” li Sûriyê, niha bûye herêma herî germ.

Ev 4 roj in bênavber rejîma Sûrî pêşdeçûnên xwe li ser erdê dewam dike:

Piştî 7 salan, bajarê stratejîk Meret Numan bi dest xist û çeteyên dewleta Tirk ji bajêr vekişiyan.

Bidestxistina rejîmê ji Meret Numan re, piştî kontrolkirina 26 herêman pêk hat.

Bi vê yekê rejîmê karî di 4 rojan de 40 KM ji rêya navdewletî ya Şam-Heleb bike bin destê xwe de û tenê 10 KM dûrî bajarokê Seraqibê bimîne.

Di 4 rojan de 147 leşkerên rejîmê û 168 çete hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku kontrolkirina bajarê navborî di encama derdora 6 hezar êrîşên esmanî û bejahî yên rejîmêa Sûrî bi desteka Rûsyayê derkete holê.

Di encamê de:

147 leşkerên rejîm û 168 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Her wiha 60 hezar sivîl koçber bûn.

Kontrolkirina Rejîmê ji Meret Numan re, careke din şerê gefxwarên navbera rejîm û dewleta Tirk de da der.

Ji ber nuqteyeke wê ber dorpêçê ye , dewleta Tirk gefan dixwe

Bivê yekê re xala çavdêriya ya dewleta tirk ya bi navê Mere Hitat ji sê aliyan ve ket dorpêça rejîmê.

Piştî vê yekê wezareta Parastinê ya dewleta tirk yekser gef li hêzên rejîmê xwar û îdia kir ku ew ê bersiva her êrîşeke li ser nuqteyên wan bidin.

Lê tevî van gefên dewleta Tirk, Hêzên rejîmê li gundewarên Helebê êrîşî karwanekî artêşa dewleta Tirk kir.

Çavdêriya Sûrî: Rejîma Sûrî karwanekî dewleta Tirk li Helebê kir hedef

Çavdêriya Sûrî ragihand ku hêzên rejîmê li herêma Raşîdîn a gundewarên rojavayê Helebê, bi moşekan karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir hedef.

Di êrişê de agir bi erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk ket.

Hat ragihandin ku ev karwan beriya du rojan bi armanca avakirina nuqteyeke din, derbasî Sûriyê bûbû.

Erdogan êrîşî Rûsya kir: Rûsya pabendî lihevkirinên Sûtichî û Astanayê nabe

Piştî evqas bûyeran, serokê dewleta Tirk Erdogan li xwe mikur hat ku heta niha ti lihevkirinê Sûtichî û Astanayê li ser erdê pêk nehatine.

Erdogan êrîşî Rûsyayê kir û got:

Rûsya pabendî lihevkirinên Sûtcihê û Astanayê nebûye.

Ger êrîş wisa dewam bimînin, em ê tiştên pêwîst bikin.

Back to top button