Murat Karayilan: Xwestin Komploya Navneteweyî temam bikin, lê bi ser neketin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku çawa rêjîma Tirk a faşîst li Başûrê Kurdistanê têk çû, wê li Rojava jî bibe xwedî heman çarenivîsê. Karayilan got, Bi sûdwergirtina ji taktîkên gerîla; ciwanên Rojava wê êrişên dewleta Tirk pûç bikin. 

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bi rêya cîhazê bê-têl ji hêzên gerîla re axivî.

Karayilan pêşî Pêngavê Bazên Zagros û Cenga Xabûr nirxandin û ev peyam da:

6 mehên berxwedana Avaşîn, Zap û Metînayê temam dibin.

Di vê dema derbasbûyî de, encamên pir girîng derketin holê.

Armanca rêjîma Tirk a qirker ew bû ku vê salê tevahî deverên ku gerîlayê azadiya Kurdistan lê bi cih bûne, dagir bike.

Bê goman aliyê vê konseptê ne tenê dewleta Tirk bû.

Hêzên komploya navneteweyê li dijî Rêber Apo pêş xistin, Amerîka, Almanya û Îngîltere destek dan planên Tirkiyê.

Weke lingeke hundirîn PDK jî beşdarî vê pêvajoyê kirin.

Plana xwe di meha Çilê de temam kiribûn. Xwestin Komploya Navneteweyî êdî temam bikin û bi ser bixînin.

Murat Karayilan anî ziman ku gerîlla li ser hîmê perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv da êrişên dagirkeriya Tirk û wiha dewam kir:

Gerîlayê Azadiya Kurdistan, ket nava hewldana guhertin û veguhertinê. Bi taybet di warê pisporiyê de. Li ser vî esasî rêbazên bin erd û şerê tunelan weke taktîka demê derket holê.

Bi Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, gerîla planên rejîma AKP-MHP a faşîst xetimand.

Karayilan diyar kir ku di berxwedana 6 mehên derbasbûyî de gerîllayên jin bûn pêşeng.

Murat Karayilan: Rêjîma Tikr mîna Başûr, wê li Rojavayê Kurdistanê jî têk biçe

Fermandarê gerîlla Murat Karayilan anî ziman ku rejîma AKP-MHP a li Başûrê Kurdistanê bi serneket, niha dixwaze berê êrişên xwe bide Rojava û got:

Eger pêşeng û şervanên Rojavayê Kurdistanê, li ser hîmê perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin, jê ders derxînin û ji rêbazên gerîlla sûdê werbigrin, rejîma qirker a Tirk êriş bike jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nabin.

Bi taybet di hêzên leşkerî de pêşxistina pisporî û şerê terzê tîm, li kêleka wê pêşxistina şerê tunel bi hostayî pêş bikeve,

Gel jî li kêleka şervanan cih bigre û bi rê û rêbazê civakî bibe aliyekî berxwedanê, wê vê carê rejîma AKP-MHP û çeteyên wê têk biçin.

Di şerekî de ji bo serkeftinê, pîvanê herî esasî naskirina dijmin e.

Li kêleka wê lazime Kurd jî xwe baş nas bikin.

Eger em li hemberî aliyên xurt ên dijmin tedbîrên pêwîst bigrin, wê taqet û îradeya wê yê şer nemîne.

Back to top button