6 komên hunerî yên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariya derxistina klîbeke nû dikin. Klîb bi navê “Awazên jibîrkirî” ye û tê de çanda tevahî pêkhateyên herêmê tê nîşandan.
Endamê Rêveberiya Tev Çandê û çavdêriyê klîbê, Delîl Mîrsaz ji televizyona me Ronahî re anî ziman:
“Armanca wan ji vî klîbê zindîkirina çanda gelên herêmê ye, her wiha peyameke aştî û hezkirinê ji tevahî Sûriyan re ye ku Sûriye vegeriyaye rastiya xwe ya xwişk û biratiya gelan.”
Klîb ji 7 stranên folklorî yê pêkhateyên Kurd, Suryan, Ermen, Ereb, Tirkumen û Çerkes pêk tê.
Di nav de govendên folklorî bi cilên pêkhateyan yên resen tên pêşkêşkirin.
Meha Gulanê van komên muzîkê li Hunergeha Şehîd Welat a Qamişlo stran tomar kir û sersalê wê were belavkirin.