Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemedok vegeriya mala xwe

Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdûk ê roja derbaya leşkerî hatibû binçavkirin, vegeriya mala xwe û vê gavê di bin çavdêriya artêşê de ye.
Li aliyê de xwepêşandanên gel ên li dijî darbeyê jî belav dibin.

Roja Duşemê artêşa Sûdanê darbeya leşkerî li dijî hukûmeta demkî ragihand.

Hejmareke zêde ji berpirsên hukûmetê hatin girtin.

Serokwezîrê welat Abdullah Hamdûk jî roja darbeyê hat binçavkirin.

Ji ber zêdebûna nerazîbûnên civaka navneteweyî, Hemdûk doh vegeriya mala xwe.

Lê ew vê gavê di bin kontrola şidandî ya hêzên artêşê de ye.

Ango li hebsa malê tê ragirtin.

Rêveberiya Waşîngtonê eşkere kir ku piştî vegera Hemdûk wezîrê karê derve Antony Blinken bi rêya telefonê li gel wî axivî..

Wezareta Amerîkî bang li artêşa Sûdanê kir da ku di zûtirîn dem de berpirsên din ên girtî berde..

Di vê navberê de xwepêşandanên protestoyê yên gel li dijî darbeya leşkerî jî zêde dibin.

Li hemberî vê yekê artêşa Sûdanê di serî de paytext Xertûmê, hêzên xwe li gelek bajaran bicih kir.

Heta niha ji ber destwerdana artêşê, herî kêm 10 xwepêşandêr hatin kuştin.

Piştî saziyên civakî, sendîkayên karkeran jî ragihandin ku ew ê beşdarî xwepêşandanan bibin.

Doh fermandarê Serweriya Bilind a Sûdanê Abdulfettah Burhan xwedî li helwesta astêşê derket û ragihand ku komên siyasî gel li dijî hêzên leşkerî sor dikin.

Burhan îdîa kir ku ji bo pêşî li şerê navxweyî were girtin, artêşê dest daniye ser rêveberiya welat.

Li gorî Burhan a hatî kirin ne darbeya leşkerî ye.

Back to top button