Şêniyê bi navê Diyar Teyîb hat kuştin û kesek jî birîndar bû

Çekdarên PDK’ê yên Amediyê li geliyê Balinde yê ser bi Şêladizê şênî gulebaran kirin û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da .

Li gorî Çavkaniya herêmî raghandin şevê din çekdarên PDK’ê yên ketine nuqteya kontrolê ya Muhafizên Sînor welatiyekî ji eşîreta Rêkaniyan yê bi navê Diyar Tayîb Rêkanî û kesek din gulebaran kirine.

Di encama gulebaranê de Diyar Tayîb jiyana xwe ji dest daye û agahî ji hevalê wî nayê girtin.

Hesabeke Facebook’ê yê bi navê ‘Encûmena Ciwanên Şêladizê’ jî agahiya ku me ji çavkaniya herêmî girtiye, bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kir.

Heya niha ev agahî ji aliyê malbata Diyar Tayîb Rêkanî ve ne hatiye piştrast kirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku çekdarên PDK’ê şevê din li geliyê Balinde yê ser bi Şêladizê welatiyekî ku tê îddîakirin pêşmergeye gulebaran kirin.

Back to top button