Di dema serdana Michel a Odessa de hêzên rûsya êrişî bajar kir

Cîhan berdêla şerê li Ukrayna dide.

Hêzên Rûsya bi çekên giran êrişî bajarê Odessa yê li başûrê welat kir.

Di dema êrişê de, Serokê Konseya Ewropa Michel yê li bajar bû, xwe berda jêrzemînan.

Rûsya ragihand ku wan hewildanên artêşa Ukrayna ya vegerandina Grava Mar têk birine.

Pentagon jî dibêje, wan perwerdeya çekên giran ya ji bo leşkerên Ukrayna bidawî kiriye.

Ji 24’ê Sibatê ve rewşa li Ukrayna wiha ye.

Şer… topbaran û wêranî.

Artêşa Rûsya careke din êrişî başûrê welat kir.

Di armanca Rûsya de bajarê Odessa hebû.

Bajar bi çekên giran hate hedefgirtin.

Li gor nûçeya Euronewsê, di dema ku Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmygal diciviyan de, artêşa Rûsya bi çekên giran êrişî bajar kir.

Rayedarê YE’yê diyar kir ku piştî dengê sîrenan Michel bo parastinê ketiye jêrzemînekê.

Rayedar diyar kirin ku di vê serdanê de Michel bal kişand ser bandora şer li ser zincîra peydakirinan a cîhanî.

Bi taybetî genimên ku li bendera Odessa li bendê ne ku werin hinardekirin.

Lê heta niha ji ber êrişên Rûsya û astengiyên li Derya Reş ev yek pêk ne hatiye.

Ukrayna, ku ji bo gelek welatan ji Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn heta Başûrê Rojhilatê Asyayê çavkaniya sereke ya dexlê, nemaze genim e.

Rûsya: Êrişa hêzên Ukrayna ya li dijî girava mar hat têk birin

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ji aliyê xwe ve li ser rewşa dawî agahî da.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên wan êrişa artêşa Ukrayna ya ji bo kontrolkirina Grava Mar têk birine.

Îgor Konaşenkov îdia kir ku 7’ê Gulanê bi fermana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky fermana kontrolkirina giravê hatiye dayîn:

Ev yek ji bi şêwirmendiya DYA û Brîtanya pêk hatiye.

Konaşenkov got;

Bêtirî 50 leşkerên Ukrayna yên xwestine Girava Mar kontorl bikin hatine kuştin.

Li giravê termê 24 leşkerên Ukrayna li erdê ne.

Wezaretê diyar kir ku heta niha 162 balafir, 124 helîkopter, 2 hezar û 778 maşîneyên taybet yên leşkerên Ukrayna hatine têkbirin.

Ukrayna: 26,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Li gorî vê,

26 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

199 balafir, 158 helîkopter û 1,170 tankên Rûsya hatine têkbirin.

Pentagon: Rûsya li herêma Donbasê bi zorê pêş dikeve

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) jî li ser rewşa li Ukrayna agahiyên dawî da.

Berdevkê Pentagonê John Kirby bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku Rûsya li herêma Donbasê li gorî dixwaze nikare pêş de biçe.

Kirby anî ziman ku wan perwerdeya leşkerên Ukrayna yên ji bo çekên giran û dronan ya 20 leşkeran bidawî kiriye.

Back to top button