Şêniyên Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe dan Insiyatîfê û diyar kirin ku bi van gavan aloziya Sûriyê tê çareserkirin.
Têkildarê mijarê, li kampa Berxwedan ya li Şehba ji aliyê Meclisa Sivîl û şêxên eşîran yên Şehbay û koçberên Efrînê ve daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.
Beşdaran di daxuyaniyê de, piştgiriya xwe dan Insiyatîfa Rêvberiya Xweser.
Her wiha derbarê Insiyatîfa Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo çareseriyê gavekî girînge ev bang li hikûmeta Şamê hate kirin:
“Divê hikûmeta Şamê bersivê bide şert û daxwazên Insiyatîfê, dagirkeran ji hemû axa Sûriyê derxîne û şêniyên herêmên dagirkirî vegerin warên wê.