Rêvebirê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Emîr Muxedemî ragihad li gorî pa rêjeya bidarvekirinê ji sedî 36 zêde bûye
Emîr Muxedemî bang li raya navneteweyî kir ku li ber darvekirinan rabin û bêdeng nemînin.
Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî eşkere kir ku di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.
Rêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Amiry-Moghaddam darvekirinên li Îranê û pêvajoya darazê nirxand.
Emîr Muxedemî diyar kir ku dravekirinên li Îranê li gor par pir zêde bûne û got:
“Darvekirin li gor par ji sedî 36 zêde bûne û di heman demê de înfazên ji ber sûcên tiryakê jî pir zêde bûne.”
Muxedemî bilêv kir ku dewleta Îramê bi darvekirinan dixwaze peyamekê bide û wiha domand:
Ji mirovan re dibêje, ‘Em dikarin we bikujin û em vê dikin.’
Daraza Îranê ne pergaleke serbixwe ye.
Parçeyeke mekanîzmaya çewisîner a Îranê ye û gelek kes jî piştî tên girtin nikarin parêzeran peyde bikin.
Hema bibêje li her kesî cezayê mirinê tê birîn û tên dravekirin.
Mirov dibêjin, ‘ji bo li xwe mikur bêm hatim îşkencekirin.’
Li dadgehên şoreşê darizandin sergirtî tên kirin. Li gel xirabûna pergala darazê, edalet û zelalî jî tune ye.”
Moghaddam: Armanca biryarên darvekirinê ji bo çavtirsandinê ye
Bi domdarî Muxedemî diyar kir ku armanca biryarên darvekirinû ji bo pêşîgirtina protesToyan û çavtirsandinê ye
Rêvebirê IHR Emîr Muxedemî ku Îranê şiband ‘makîneya mirinê’ di dawî de bang li raya navneteweyî kir li ber darvekirinên îranê rabin.