JAMES JEFFREY: BI DEH HEZARAN ŞANEYÊN RAZAYÎ LI SÛRIYÊ HENE

Nûnerê taybet ê Emerîkî ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey, ragihand ku welatê wî bi Rûsya di nava danûstandinan de ne.

Di axaftina xwe ya li Enstîtûya Rojhilata Navîn li Washingtonê de, Jeffrey wiha got:

“Der barê aloziya Sûrî de, em û Rûsan di nava têkiliyên di hemû astan de ne, lê heya niha tu hevpeyman pêk nehatine.”

James Jeffrey li ser metirsiya DAIŞ’ê hişyarî da û got, li Sûriyê û Iraqê hejmarên mezin ji “şaneyên razayî” hene û wiha domand:

“Gumanên vegera DAIŞ’ê hene, ji ber ku bi deh hezaran şaneyên wan ên razayî hene.”

Nûnerê taybet ê Emerîkî ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey anî ziman ku ew di warê rêvebirina Sûriyê û tunekirina DAIŞ’ê de, Esed weke aliyekî erênî nabînin û ev tişt anî ziman;

“Lê hema mijara rola Esed di pêşeroja Sûriyê de girêdayî gelê Sûrî ye.”

Leave a Reply

Back to top button