Balafirên Rûsyayê çiyayê Zawiye bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê çiyayê Zawiyê yê Idlibê bombebaran kirin. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê Deraa El-Beled topbaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê gundê Barê yê li çiyayê Zawiye bombebaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê 3 caran êriş birine ser gundê Barê yê li çiyayê Zawiyê.

Tevî êrişên hewayî yên balafirên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê jî hin deverên li çiyayê Zawiye topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir

Li gorî heman Navendê doh piştî nîvê şevê hêzên hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled topbaran kirin.

Li eniya Munşiye yên Dera El-Beled jî di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de şer qewimî.

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumeta Şamê kir ku yekser rê bide alîkariyên mirovî ji bo herêmên li başûrê Derayê yên dibin kontrola opozîsyonê de ye.

Back to top button