HPG: Li Zap, Avaşîn û Cûdî 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê nêzî 50 roj in bê navber dewam dike. Di heman demê de gerîla li bakurê Kurdistanê jî li dijî artêşa Tirk çalakiyan dikin.HPG’ê ragihand li herêmên Zap, Avaşîn û Cûdî di encama çalakiyên gerîla de 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê darbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Cûdî heta Mêrdînê, ji Metîna heta bi Zap û Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyan dikin û destanên lehengiyê dinivisînin.

Hat diyar kirin di encama çalakiyên bejahî û hewayî yên bi taktîkên cihêreng derbên giran li dagirkeran hatine xistin.
Hat gotin li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna şer û pevçûnên giran hê jî dewam dikin.

HPG’ê derbarê berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê de ev agahî parve kir;

“Li dijî şantiyeya nokerê bi nave Silêman Bolunmez yê ku li herêma Cûdî karê kontra dimeşîne çalakiyek hate kirin û gelek alavên li şantiyê hatin rûxandin û desteser kirin.

7’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku li qada Girê Hirmo yê bi ser herêma Cûdî derketibûn operasyonê çalakî hate kirin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

9 û 10’ê Hezîranê li qada Werxelê ya herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku dixwestin bikevin çeperên şer çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek amûrên şer hatin desteserkirin.

Heman rojê li dijî dagirkerên li qada Ciloyê Piçûk yê herêma Zapê çalakiya sûîqestê hate kirin. Di encama vê çalakiyê de jî leşkerekî dagirker hate kuştin.”

HPG’ê diyar kir 9, 10 û 11’ê Hezîranê qadên Ciloyê Piçûk, Karker, Çemço yên herêma Zapê û qadên Kêste, Qela Qumriyê û Girê Zendûra yên herêma Metîna bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîlaya bi navê Dilsoz Cûdî 7’ê Hezîranê li qada Navsera Cûdî, û Gerîlayên bi navên Egîd Bîrhat Nûcan û Ferhad Cûdî 29’ê Adara 2021’ê li Mêrdînê di encama berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button