Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197’an de dewam dike

Hevseroka şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî û Endama Komeleya Hiqûqnasan diyar kir ku li girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyê bêhiqûqî pir zêde bûne û got li Îmraliyê hin pratîk hene ku qanûnên taybet jî derbas dikin. Divê her kes li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî bi koma 89’an di roja 176 ‘an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 160’an de çalakiya xwe dewam dikin.

“Di vê her kes li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike”

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Nagehan Avçil û hevseroka şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî tecrîd û bêhuquqiyên li girtîgeha Îmraliyê nirxandin kirin.

Parêzer Gulseren Yolerî destnîşan kirin ku ji bo binpêkirinên li girtigehan tên kirin ekibeke çavdêrî û lêkolînê hatiye avakirin.

Gelseren diyar kir ku çalakgeran ji wan re gotine ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û got:

“Êşkenceya li Îmraliyê li tevahî girtîgehan belav bûye. Divê êşkence û tecrîd bi dawî bibin.

Ev yek di heman demê de peyamek e ji saziyên mafên mirovan û rêxistinan re. Ji ber ku hestyariya li derve li dijî tecrîdê têrê nake, girtî çalakiyeke bi vî rengî dikin.

Gulseren Yorelî: Li Îmraliyê bêhuquqî û bêmafiyek taybet tê meşandin

Gulseren Yolerî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji ber sedemên siyasî ye û wiha got:

Mixabin li Îmraliyê bêhuquqî û bêmafiyek taybet tê meşandin. Hikumet bêçareseriyê didomîne. Li Îmraliyê pêvajoyeke siyasî tê birêvebirin.

Ya ku em dixwazin bikin ew e ku balê bikişînin ser îşkenceya di nava tecrîdê de û newekheviya înfazan

Berîya her tiştî ev newekhevî ji holê bê rakirin û tecrîd bi dawî bibe.

Nagehan Avçil: Bingehên tecrîdê li Îmraliyê hatin danîn’

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Nagehan Avçil da zanîn ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku 22 sal e li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke girantir e û bandor li hemû girtîgehan kiriye. Li girtîgeha Îmraliyê pratîkeke taybet û bêhiqûq heye.”

Nagehan Avçil bi bîr xist ku li girtîgehan her tim li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê tên kirin û wiha pê de çû:

“Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê ew e ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê bi dawî bibin.

Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê bi rêyên eşkere bi dawî nabe.

Pêwîst e parêzer û rêxistinên mafên mirovan li dijî tecrîdê derkevin. “

Back to top button