Komîseriya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi bi nûnerên rêveberiya xweser re civiya.
Komîseriyê diyar kir ku wan projeya Rêveberiya Xweser û azadiya olan a li herêmê ecibandî ye û wê zextê Amerîkayê bikin da ku Rêveberiya Xweser nasbikin û beşdarî lihevkirina siyasî ya li gorî biryara 2254’an bikin.
Şandeya Komîseriya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê duh serdana Bakûr û Rojhilatê Sûrî kir.
Şande ji cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger, pêk tê
Şande piştî ku bi Rêveberiya Xweser Kongreya Star û PYD’ê re civiya.
Îro jî şande serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê kir.
Şande ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mehbeş ve hate pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Cîgira serokê komseriyê Nadine Menza daxuyaniyeke çapemenî da.
Şandê diyarkir ku wê projeya Rêveberiya Xweser û azadiya olan a li herêmê ecibandî ye û got:
“Emê têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re hîn zêdetir bikin.
Li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, ferzkirina ol û wêrankirina cihên olî û pîrozî hene.
Ji lew re Azadiya Ol û Baweriyan pêşniyar kir ku divê Amerîka fişarê li dewleta Tirk bike ku ji Sûriyê vekişe, ji ber ku civaka navneteweyî nikare li hember sûcên dewleta Tirk û komên îslamî bêdeng bimîne.”
Nadine Menza diyar kir ku ewê zextê li amerîkayê bikin îtîrafê rêveberiya xweser bikin û cezayên aborî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakin.
Nadine Menza dazanîn ku wan ji hikumeta Amerîkayê daxwaz kiriye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî lihevkirina siyasî ya li gorî biryara 2254’an bike.
Nadine Menza daxuyakirin ku ew bi rola ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo nasandina projeya Rêveberiya Xweser dilîze û QSD’ê parastina şêniyên herêmê dike, serbilind e.