Ewropa bifikare ku jimara koçberan zêde bibe

Ewropa ji zêdebûna koçberan a ber bi welatên yekîtiyê ve bifikare.
Dîrektora Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê Nina Gregori got;
Em li bendê ne ku hejmara koçberan li YE yê zêde bibe.Piştî Sûriye û Efxanistanê, Tirkiye welatê sêyemîne ku welatiyên wê koçberî Ewropa dibin.

Dîrektora Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) Nina Gregorî têkildarî metirsiya jimara koçberiya ber bi welatên yekîtiyê ve, ji rojnamevan re axivî.

Nina Gregori diyar kir ku ew li bendê ne hejmara penaxwazan li Yekîtiya Ewropayê (YE) zêde bibe.

Gregori anî ziman ku bêîstîqrarî û tehdîdên ewlehiyê taybetiyên cîhana îro ne û got,

“Mixabin ev ne rewşeke demkî ye.”

Seroka Ajansê daxuyakirin ku geşedanên jeopolîtîk ên di salên 2021 û 2022’an de rasterast bandorek li ser pêwîstiya parastina navneteweyî dike û ev tişt anî ziman:

Ev yek bûye sedema zêdebûna koçberiya ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê.

Gregori diyar kir ku heta cotmeha îsal nêzî 790 hezar serlêdanên penaberiyê hatine kirin.

Ev yek li gorî heman heyama par ji sedî 54 zêde bûye.

Her wiha destnîşan kir ku ev jimara navborî di bin salên 2015 û 2016an de maye.

Li gorî daneyên Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê, piraniya penaberan ji Sûriye, Efxanistan û Tirkiyê ne.

Li Almanyayê di van demên dawî de serlêdanên penaberiyê zêde bûne.

Dîrektora Ajansa Penaberiyê ya YE Nina Gregorî her weha banga pêşketina li ser reforma penaberî û koçberiyê ya Yekîtiya Ewropî kir.

Back to top button