Rûdawê dîmenên şahî û govenda polîsên Tirk parve kirin

Kanala binavê Rûdawê ya girêdayî serokê herêma Başûrê Kurdistanê, rojane bi nûçeyên xwe rê li ber hêrsa gelê Kurd vedike. Di wextekî de ku polîsên Tirk li dijî gelê Kurd êrişên dijwar pêk tînin, Rûdawî nûçeyeke govend û şahiya wan belav kir. Ev yek li ser tevna civakî bû sedema nerazîbûnên zêde.

Li bajarê Yozgatê, merasîma derçûn polîsan û govenda polîsên jin.

Bi vî sernavî kanala Rûdawê nûçeya şahiya polîsên Tirk parve kir.

Û weke her carê nûçeyên wiha di beşa zimanê Tirkî de hate belavkirin.

Li hemberî vê yekê, di nava demeke kurt de li ser tevna civakî hêrseke mezin li dijî rêveberiya Rûdawê peyda bû.

Di piraniya şîroveyan de tê gotin, di wextekî de ku polîsên Tirk, Kurdan dikujin, ji ber çi kanala binavê Rûdawê şahiya wan belav dike.

Back to top button