Li Kobanê duh pêşangaha şêwekariyê dest pê kir

8’ê Adarê nêz dibe pê re jî çalakiyên jinên li herêmê zêde dibin.
Duh jî li seranserî herêmê çalakî pêk hatin.
Li Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Kobanê û Helebê ji aliyê jinan ve çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. 

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên jinan ên bi boneya 8’ê Adarê dewam dikin.

Duh li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir.

Pêşangeh bi slogana “Bi reng û vîna jina azad em destkeftiyên şoreşê diparêzin”, hat vekirin.

Derdora 50 wêne di pêşangehê de hatin daliqandin û piraniya wan li ser rola jinan di civakê de ne.

Sê rojan ev pêşangeh wê bidome.

Li Tebqayê kargeha çêkirina hesîran hat vekirin

Li Tebqayê jî bi vê boneyê kargeha Firat a çêkirina hesîran hat vekirin.

Li wir hevseroka Komîteya Aborî ya Tebqayê Wezîra El-Ebas axivî û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Li Reqayê serdana nivîsgeha kombûna jinan a Zenûbya hat kirin

Li Reqayê jî şandeyek ji Rêveberiya herêmê bi serkêşiya fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah serdana Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya kir.

Li aliyekî din Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê şahiyek bi beşdarbûna bi dehan jinan li dar xist.

Komîteya jinan gul diyarî endamên Asayîşê kirin

Komîteya Jinan li Dêra Zorê jî gul diyarî edamên Hêzên Asayîşê ên li bendên kontrolê kirin.

Li Helebê pêşbirkek hat birêxistinkirin

Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê jî pêşbirka helbestan li taxa Şêxmeqsûd birêxistin kir.

21 xwendekar ji astên navîn û amadehî beşdarî pêşbirkê bûn.

Tê de hunermend û endama Tevger Hîlala Zêrîn Hemrîn Bîrhat stran gotin.

Dawiyê beşdarên pêşbirkê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatin xelatkirin.

Back to top button