Komîteya Şaredariyan ji bo dawîanîna li pirsgirêka çopê stasyonek ava kir

Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê a kantona Qamişlo pirsgirêka çopê çareser dike. Komîteyê stasyona komkirina çopê li rojhilatê Qamişloyê vekir.

Ji vir jî wê çopa heyî, bibin korta sereke ya li Holê. Bi vê yekê re komîte dixwaze dawî li pirsgirêka çopê bêne.

Bi dirûşma “paqijî çanda me ye û çand bingeha parastina civaka me ye” îro Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê a Qamişlo stasyona komkirin û veguhestina çopê vekir.

Di merasîma vekirinê de, Endama Komîteya Şaredariyan a Qamişlo Arîn Hadî projeya li şêniyên herêmê pîroz kir.

Arîn anî ziman ku komîte hewl dide sozên ku dane şêniyan û projeyên ku dikevin xizmeta wan pêk bîne.

Hevseorka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif jî anî ziman ku bi projayên xwe wê hewil bidin zoriyên li pêşiya gel rakin.

Li kantona Qamişlo cihên çopê yên belave hene.

Yek ji wan Rotko ye ku di demên derbasbûyî de bûbû cihê gazinên xelkê.

Tê payîn ku ev proje 10 salan bidome û projeyek din jî wê ji bo çopê hebe.

Back to top button