Artêşa Tirk a dagirker li Girê FM, Çemço û Sîdayê 37 caran bi bous, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê barand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên parastinê yên Medyayê ev agahî parve kirin:
“Dagirkeran di 31’ê Adarê û 1’ê Nîsanê de derdora gundê Şeşmalê, li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê êriş pêk anîn.”
HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk 37 caran bi obus, tank û çekên giran herêm hatin bombekirin.