Şandeya KNK’ê û şandeyeke Şengalê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku tifaqa dawî ya navbera Hewlêr û Bexdayê nayê qebûlkirin.
Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê şandeya KNK’ê û şandeyeke Şengalê civiyan û aloziya dawî ya li Şengalê nîqaş kir.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs diyar kir ku tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê ya ser Şengalê li dijî vîna Êzidiyan e û ev tifaq nayê qebûlkirin.
Ehmed Qeremûs diyar kir ku Şengalî jî, xwe di vê tifaqê de nabînin ji bo wê jê nerazî ne.
Şengalî: Tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê fermanek bi navê qanûnê ye
Şandeya Şengalê jî destnîşan kir ku tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê fermaneke nû derheqê Êzidiyan e, lê bi navê qanûnê pêk tê.
Şandeya Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir ku li gorî qanûnên di destûra xwe tevbigere û Rêveberiya Xweser ya Şengalê nas bike.
Daxwaz li Kurdên herçar aliyên Kurdistanê jî hat kirin ku dakevin qadan û piştgiriya xwe bi Şengaliyan re nîşan bidin.