Lavrov: Ne ji aliyê me ve lê qala egeriya şerekî Nukleerî tê kirin

Ceza, bertek û hêrsa li dijî Moskow heta niha nekariye êrişa Rûsya bidin rawestandin. Moskow jî qala şerê cîhanê yê sêyemîn û çekên nukleerî dike. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got, “Li ser egeriya şerekî nukleerî tê axaftin. Lê ev yek ne ji aliyê me ve tê kirin.” Almanya û Amerîka çekên nû şandin Kîevê, YE jî ragihand ku ew ê 500 milyon euro alîkariya mirovî bidin Ûkraynayê.

Ûkrayna ketiye rojeva yekem a cihanê û vê yekembûnê jî ji tiştek din re bernade.

Li seranserê cîhanê hêrsek zêde ya li dijî Moskow heye.

Lê heta niha Serokê Rûsya Vladimir Putin gav paşde ne avêtiye.

Ya diyar ewe ku li Rûsya teng dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi daxuyaniyeke çapemeniyê got,

“Li ser îhtîmala şerê nukleerî tê axaftin.

Lê em vê yekê nabêjin.

Ger li hemberî me şerekî rast dest pê bike, yên ku van planan çêdikin bila li ser bifikirin.”

Lavrov: Em dixwazin diyalog bên kirin

Lavrov yê ku artêşa xwe şandî ber devê Kîevê careke din îdia kir ku ew ji danûstandinan re amade ne û ev tişt anî ziman: “Em ji danustandinan re amade ne.

Lê di heman demê de em ê operasyonê bidomînin.

Em nikarin destûrê bidin ku binesaziya li Ûkraynayê ku ewlehiya Rûsyayê dixe xeteriyê, bimîne.”

Almanya çekên nû şandin Ûkraynayê

Almanyayê ragihand ku ew ê 2 hezar û 700 mûşekên din ên dijî hewayî bişînin Ûkraynayê.

Amerîka Moşekên Stînger şandin Ûkraynayê

Çavkaniyên Amerîkî ku nexwestin navê xwe bidin diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê wek alîkariya leşkerî bi sedan moşekên parastina hewayî Stinger şandine Ûkraynayê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ew ê alavên parastinê yên di nav de çekên dij tank û esmanî jî hene radestî Ukraynayê bikin.

Em bi cezayan hewil didin aboriya Rûsya lewaz bikin

Her wiha Koşka Spî jî derbarê cezayên li ser Rûsya careke din agahî weşand.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de got:

Em ne xwe lê dixwazin bi cezayan, aboriya Rûsya lewaz bikin.

Niha jî cezayên li dijî enerjiya Rûsya li ser masê ne.

YE: Em ê 500 milyon Euro alîkariya mirovî bidin Ûkrayna

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula Von der Leyen di serdana xwe ya Romanyayê de bi Serokê welat Klaus Iohannis re civîna çapemeniyê de axivî.

Von der Leyen ragihand ku ew ê 500 milyon Euro alîkariya mirovî bidin Ûkrayna.

Ji ber sûcên li Ûkrayna hatine kirin 39 welatan gilî kir

Serdozgerê Dadgeha Cezayê Navnetewî (UCM) Kerim Han ragihand ku serlêdana ku sûcên li Ûkraynayê hatine kirin ji bo wan hatiye kirin.

Han got, ev serlêdan ji 39 welatan bo wan hatiye kirin.

Back to top button