Li Baselê li dijî tecrîdê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Li Baselê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiya nobetê hat destpêkirin. Li bajarên Aaraû, Lûzern û Zurîhê jî têkîldarî pergala tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên saziyan re hevdîtin hatin kirin.

Li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ku di 10’ê Cotmehê de li dehan navendên cîhanê hat destpêkirin, xebat tên domandin.

Çalakiya nobetê wê her Çarşemê ji aliyê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ve bê lidarxistin.

Di çalakiyê de wê pirtûkên Rêber Apo bên nasandin, fîlm bên pêşandan û civînên gel ên vekirî bên lidarxistin.

Çalakiya nobetê bi daxuyaniyekî destpê kir.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Alî Matûr diyar kir ku ew ê çalakiya ku li Baselê destpê kir, li tevahiya Swîsreyê belav bikin.

Matûr bang li Kurdistanî û bi taybet jin û ciwanan kir ku xwedî li pêngava azadiyê derbikevin û bi ser bixin.

Back to top button