“Azadiya me girêdayî azadiya Rêber Apo ye”

Jinên ji Minbicê piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got:
“Azadiya wan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Welatiya bi navê Raba Bekro ya ji Minbicê têkildarî mijarê got: “Divê em jin israr bikin ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Ji ber ku azadiya jinan , bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

Hesna El Zahir jî diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan, rê li pêşiya jinan ronî kir û ev tişt anî ziman:

“Em ê her tim banga ramanên wî bikin. Azadiya wî, azadiya me û ya cîhanê ye.”

Welatiya bi navê Emîne Cerah jî diyar ki ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe bidomînin.

Jina bi navê Sîham Hemîdî jî tekez kir ku ew ê piştgiriya têkoşîna Rêber Apo bikin heta azadiya wî pêk were.

Back to top button