Siyasetmedar Adil Osman: PDK çalakiyên pêngava azadiyê qedexe dike

Çavdêrê siyasî û endamê Rêveberiya Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman diyar kir ku PDK li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo pêngava azadiyê qedexe dike û got “PDK rasterast li hember têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo disekine.”

Li çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya pangava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ berdewam dike.

14’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

Çavdêrê siyasî û endamê Rêveberiya Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman ku tev li pêngavê bûye, der barê rewşa çalakiyên li herêmê de axivî.

Adil Osman diyar kir ku Rêber Apo li Başûr bûye îradeya gel û gel jî xwedî lê derdikeve û got: “Gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin dide pêngava azadiyê.

Li Başûrê Kurdistanê tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, jin, ciwan a vê pêngavê ispata vê yekê ye.

PDK çalakiyên ji bo pêngavê qedexe dike. Nahêlin gelê Başûr ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo werin cem hev.

Meşan asteng dikin. Ev bandoreke neyînî dide têkoşîna gelê Kurd ya li Başûr.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd e.

Di qasî ku PDK destekê dide dagirkeriya Tirk, ew qas alîkariyê nade doza Kurd.

PDK rasterast li hember têkoşîna Rêber Apo disekine.”

Adil Osman anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane de rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Eleqeyeke mezin di navbera tecrîda li ser Rêber Ocalan û doza Kurd de heye.

Heta derî ji Rêber Apo re venebe, wê pirsgirêka Kurd jî çareser nebe.

Dewleta Tirk ferz dike ku ev pirsgirêk li gorî wan bê tepisandin û bêyî Rêber Apo bimeşe. Ev rêbazeke faşîzmê ye.

Cidiyeta çareseriyê li Îmraliyê dê encamê bigire.

Heta Rêber Apo azad nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.”

Osman diyar kir ku di encama polîtîkayên PDK’ê de Başûr bûye navendeke mezin ji îxanetê, lê azadiya Rêber Apo şikandina xiyanetê ye, divê em li hember xiyanetê rabin.

Back to top button