Konseya Ewlekariya banga rawestandina şer dike

Ji ber têkçûna agirbesta duyemîn ku ji bo Qerebaxê hatibû ragihandin, li ser banga Fransa û Rûsyayê, duh Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî civiya.
Di civînê de bang li Ermenistan û Azerbeycanê hat kirin ku yekser şer rawestînin û vegerin danûstandinên xwe yên di çarçoveya grûpa Minsk de. Erdogan jî careke din gef xwar, ku wê Azerbeycan bi şer herêma Qerebaxê bistîne.

Endamên Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî, bang li Ermenistan û Azerbeycanê kir ku pabendî agirbesta nû bibin û şer rawestînin.

Civîna Konseyê duh li ser daxwaza Fransa û Rûsyayê, ji ber dewamkirina şerê li Qerebaxê, hat lidarxistin.

Li gorî agahiyan, Rûsya li ser dersxistina daxuyaniyekê, ku daxwaza rawestandina şer li herdu aliyan dike, dixebite.

Her wiha di vê daxuyaniyê de, daxwaz ji Ermenistan û Azerbeycanê jî tê kirin ku danûstandinên xwe yên di çarçoveya grûpa Minsk de, berdewam bikin.

Biryar bû agirbesta nû ya li Qerebaxê şeva Şemî-Yekşemê biketa pratîkê, lê piştre her du aliyan hevûdu bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir.

Li gorî daneyên fermî ku her du aliyên şerê li Qerebaxê belav kirine, heta niha 800 kes di vî şerî de hatine kuştin, lê dibe ku jimar pir zêdetir be, ji ber Azerbeycanê heta niha ti bîlançoyên leşkerî eşkere nekiriye.

Li gorî aliyê Ermenistanê jî, heta niha 710 leşkerên Ermen û 36 sivîl hatine kuştin, Azerbeycan jî dibêje di şer de 60 sivîlê Azerî hatine kuştin.

Erdogan careke din gefa çareya leşkerî xwar

Erdogan jî yê destwerdana leşkerî li şerê Qerebaxê dike, serokên grûpa Minsk, Amerîka, Rûsya û Fransa, bi destekdayîna Ermenistanê tawanbar kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan idia kir ku:

”Azerbeycan ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagirkerên Ermen şer dike.

Amerîka, Rûsya û Fransa ji 30 salî ve, hîna danûstandinên ji bo Qerebaxê bi dawî nekirine.

Erdogan weke ti çare ji bilî ya leşkerî tune be, careke din gef xwar, ku wê Azerbeycan Qerebaxê bistîne.

Back to top button