Ciwanên Kerkûkê li berxwedana gerîla xwedî derketin

Li başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û piştgiriya bi gerîla re zêde dibe. Ciwanên Kerkûkê bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin.
Şêniyên Herêma Germiyanê jî nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan dagirkirina Kurdistan e.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn û çalakî dewam dikin..

Di vê çarçoveyê de komek ji ciwanên Kerkûkê bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin.

”Armanca Tirkiyê dagirkirina Kurdistan e”

Şêniyên Herêma Germiyan jî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê bi tûndî şermezar kirin.

Şêniyan diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan dagirkirina Kurdistan e.

Êrîş li Awûstralyayê hatin şermezarkirin

Ne tenê li Kurdistanê li derveyî welêt jî çalakiyên şermezarkirinê li dar in.

Kurd û dostên xwe li bajarê Sydneyê yê Evûstralyayê jî daketin qadan û êrîş bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Back to top button