Him dorpêçê û him erdhejê barê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê giran kirin ..
Ji gelek aliyan zehmetiyan dikşînin taybet ji aliyê tenduristiyê ..
Ji ber vê Heyva Sor a Kurd erebeyeke ambûlansê pêşkêşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê kir.
Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Emîn derbarê vê yekê de axivî..
Hesen Emîn got:
“Me rewşa tenduristiyê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şopand ..
Piştî şopandinê me biryar da ku li gorî derfetên heyî destekê bidin herdu taxan.
Ji rêbazên herî girîng ên destekdayîna qada tenduristiyê ew e ku bersiveke lezgîn were dayîn..”
Emîn anî ziman ku ev destekdayîn erka wan a exlaqî û mirovî ye.
Ji rêveberên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Dr. Xelîl Sebrî spasiya Heyva Sor a Kurd kir û got:
“Girîng e ku destek ji bo qada tenduristiyê were dayîn.
Erebeya ambûlansê a ku hat pêşkêşkirin dê bikeve xizmeta şêniyên herdu taxan.”