Prigojin peyama xurtkirina destê Rûsya li Afrîka da

Rûsya destê xwe yê li Afrîka xurt dike.
Serokê Koma Wagner PrigoPrigojin got, Ew destê Rûsya yê li Afrîkayê xurt dikin û her tişt li gorî wan dimeşe.jin, piştî serhildana têkçûyî ya li Rûsyayê cara yekem vîdeoyek parvekir.

Serokê koma çekdarên Wagner Yevgeni Prigojin piştî serhildana xwe ya têkçûyî ya li Rûsyayê, yekem vîdyoyê ya axaftinê weşand.

Di dîmenan de diyar dibe ku Prigojjin, ku cihê wî ne diyar e, dibe ku li Afrîkayê be.

Di vîdyoya ku li ser kanalên Telegramê yên girêdayî koma Wagner hatî weşandin de, Prigojin bi kincên kamuflajê tê dîtin û dibêje, kom Afrîkayê “azadtir” dike.

Tê bawer kirin ku li parzemînê bi hezaran çekdar hene.

Çekdarên Prigojin li welatên wekî Malî û Komara Afrîkaya Navîn (CAR) ku komên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî wan bi kirina sûcên şer tawanbar dikin.

Brîtanya meha borî cezayê du kesên ku operasyonên Wagner li Komara Afrîkaya Navîn bi rê ve birin ji ber êşkencekirin û kuştina sivîlan ceza kir.

Çekdarên Wagner jî ji hêla Amerîkayê ve têne tawanbar kirin ku xwe bi peymanên zêr ên neqanûnî yên li parzemînê dewlemend kirine.

Prigojin: Her tişt li gorî me ye

Di vîdeoyê de Prigojin dibêje ku Wagner ji bilî kanzayên madenê, şerê çekdarên tundraw û sûcdarên din jî dike.

Tê bîhistin Prigojin wiha dibêje:

“Em dixebitin.

Germahiya +50 pile ye.

Her tişt li gorî me ye.

Wagner, Rûsyayê li hemû parzemînan mezintir dike, Afrîkayê azadtir dike.”

Prigojin di dema lûtkeya Afrîqa-Rûsya ya meha borî de li St Petersburgê de bi şêwirmendê serokê Komara Afrîkaya Navîn balyoz Freddy Mapouka re, wêneyê ku destên xwe dihejand kişandibû.

Nakokiyên navbera Wagner û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê

Di navbera Wagner û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de li ser pêvajoya şerê li Ukraynayê pevçûnek giştî derket.

Prigojin gelek caran wezaret bi nedana cebilxane ji koma xwe re tawanbar kiriye.

Prigojin dibêje ku wî di sala 2014an de koma Wagner damezrand.

Tê bawer kirin ku Wagner 2014’an dest bi piştgirîkirina hêzên cudaxwaz ên alîgirê Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê kir û alîkarîya Rûsyayê kir ku Kirimê kontrol bike.

Berî şerê Ukraynayê, dihat texmînkirin ku 5 hezar çekdarên wagner hene.

Piraniya van jî hêzên taybet yên Rûsî bûn.

Lê Prigojin di Hezîrana borî de got, ji destpêka şerê Ukraynayê ve jimara şervanan gihîştiye 25 hezarî.

Balafirek bêmirov a ukrayna, balafirek bombebaranê ya rûsya xist

Back to top button