Îro dewleta Tirk a dagirker 35 maşîneyên din ên leşkerî û alavên lojistîk derbasî Idilbê kir.
Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk 35 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk di dergeha Keferlûsîn re derbasî Idlibê kir.
Li gorî Çavdêriyê, maşîne û alavên leşkerî ku deweleta Tirk heta niha derbasî Idlibê kiriye zêdetirî 8325″a ne.
Her wiha zêdetirî 11500 leşkerên Tirk derbasî Idlibê û Helebê kiriye.