PYD’ê civînên xwe li Kobanê bi dawî kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), civînên xwe ya bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” li Kobanê bi dawî kir.

PYD 14’ê Îlonê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li ser asta herêmê, bi diruşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” pêngaveke ya lidarxistina civînên bi gel re dabû destpêkirin.

Rêzecivînên li Kobanê îro li navçeya Şêran bi beşdarbûna bi sedan şêniyan bi dawî bû.

Li navçeyên Sirîn û Merxene jî civîn hatin lidarxistin.

Endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyên Giştî yê PYD’ ê yê herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û girîngiya hevgirtin û rêxistinkirina civakê li hemberî êrîşên derve destnîşan kir.

Hevseroka Meclisa Dadê ya herêma Firatê Nesra Xelîl jî destnîşan kir ku pêwîste civak hevgirtina xwe xurt bike û xwe bi rêxistin bike û li hemberî dagirkerî û hewldanên derxistina fitneyê bisekinin.

Back to top button