Mismarî: Tirkiye li pêş cavên cîhanê şandina çeteyan didomîne

Dewleta Tirk şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve didomîne. Komîteya Cezayan a Navnetewî di raporeke xwe de eşkere kir ku Enqere heta niha navbera 7-15 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê. Her wiha, piştî perwerdekirina wan ji aliyê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ve, jimareke çeteyên Sûrî bi cilên polîsan daketin kolanên Terablusê.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku dewleta Tirk şanndina çeteyan ber bi Lîbyayê ve, li pêş çavên hemû cîhanê, dewam dike.

Ehmed Mismarî li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku Enqere nifşên nû yên çeteyên Sûrî dişîne bajarê Misratayê û hemû bangên navneteweyî yên rawestandina şer paşguh dike.

Her wiha Mismarî dîmenek ji hindirê firokeyeke Şîrketa ‘Ifrîqîye’, ku çeteyên Sûrî vedughêze Misratayê, belav kir.

Berdevkê artêşa niştimanî, Tirkiye bi destekdayîna terorê û hewldana dagirkirina Lîbya û samanên wê, tawanbar kir.

Komîteya Cezayan: Enqere nêzî 15000 çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê

Komîteya Cezayan a Navnetewî jî eşkere kir ku, Tirkiye heta niha navbera 7-15 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Komîteyê di rapora xwe de da zanîn ku ji ber binpêkirina qedexeya şandina çekan, Lîbya veguheriye bazareke mezin a çekan.

Komîteyê diyar kir ku Hikumeta Sûrî ya Demkî ya li Tirkiyê, di şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve alîkar bû.

Duh jî tora El-Arabia eşkere kir ku termên 6 çeteyên sûrî ji Lîbya, gihiştin bajarê Efrînê.

Artêşa Lîbî: Çeteyên Sûrî bi cilên polîsan daketin kolanên Terablusê

Di heman çarçoveyê de, berpirsê artêşa niştimanî Xalid Mehcûb ragihand ku, nifşeke çeteyên Sûrî bi cilên polîsan daketin kolanên Terablusa paytext.

Mehcûb diyar kir, piştî ku ev çete ji aliyê Wezareta Hindirîn a hikumeta Wîfaqê ya ixwanî ve hatin perwerdekirin, ew daketin kolanan û dest bi çavdêriya ewlehî kir.

Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha nêzî 16500 çeteyên Sûrî çûne Lîbyayê, ji wan nêzî 481 hatine kuştin û 5850 çete jî vegeryane Sûriyê.

Back to top button