Li Hesekê 5. Mîhrîcana Dîlanan a Ronahî Bawer dest pê kir

Mîhrîcana Dîlanan a Ronahî Bawer a 5’emîn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê dest pê kir.

Mîhrîcan bi meşekê ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî dest pê kir.

Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cilên xwe yên folklorî beşdarî meşê bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşme berz kirin heta taxa Mişêrfê meşiyan.

Meş li ber navenda Serdemê ya Çandê ya Ii taxa Mişêrfê bi dawî bû û li hola mîhrîcanê deqeyeke rêz hate girtin.

Bi navê Tevgera Çand û Hunerê hat gortin ” Mîhrîcanê dê sê rojan dewam bike, dê dîlanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Tebqa heta Dêrikê werin pêşandan.”

Komîteya amadekar a mîhrîcanê jî anî ziman ” Armanca mîhrîcanê vejandina folklora gelên herêmê ye.”

Piştî axaftinan, belgefîlmeke li ser têkoşîna şehîd Ronahî Bawer hate pêşandan.

Roja yekemîn a mihrîcanê bi gerandina dîlanên follklorî bi dawî bû.

Back to top button