Senatoya Amerîkî bang li Biden kir ku Erdogan rawestîne

Piraniya herdu partiyên Amerîkî li Senatoyê bang li birêveberiya Joe Biden kir ku zextê li Tirkiyê bike da mafên mirovan hîna bêhtir binpê neke.

54 parlamenteran li ser peyama ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi çewisandin û bêdengkirina muxalefet û navgînên ragihandinê tawanbar dike, îmze kir.

Peyamê her wiha girtina rojnamevan û pêngavên qirkirinê jî bi bîr xist.

Li gorî peyama ji Biden re hatiye şandin:

“Em bang li we dikin ku hûn bilez ji bo rawestandina siyasetên Erdogan tev bigerin, ku pêngavê tund ên li dijî muxalefetê li hundir û derveyî welat bisekinîne û hemû girtiyên siyasî û yên derbirînê serbest berde”.

Back to top button