The New Tork Times: Zilamê duyem ê Qaîdeyê ji aliyê Israîlê ve hatiye kuştin

Rojnameya The New York Times a Amerîkî da xuyakirin ku Tebaxa 2020’an, zilamê duyem ê Qaîdeyê ji aliyê Israîlê ve hatiye kuştin.

Rojnameyê diyar kir ku ev kesê bi navê Ebdullah Ehmed Ebdullah ku bi navê Ebî Mihemed El-Misrî tê naskirin, li ser daxwaza Amerîkayê li Îranê hatiye kuştin.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku heta niha rola Amerîka di kuştina wî de nediyar e û desthilata Amerîkî berî çend salan ew û gelekên din li Îranê dişopandin.

Li gorî agahiyan, tiliya Ebî Mihemed El-Mesrî di teqandina her du balyozxaneyên Amerîkî yên ku sala 1998’an li Afrîkayê hatibûn teqandin jî de, heye.

Back to top button