Pompeo wê bi Şefê Rûhanî yê Stenbolê re bicive

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, wê serdana Fransa, Tirkiye, Siûdî Erebîstan û gelek welatan bike.

Hate ragihandin ku Pompeo wê di serdana xwe ya li Tirkiyê de, bi rayedarên Tirk re necive û wê bi Şefê Rûhanî yê Dêra Ortodoks a Patrîkê Ekûmetîk û Patrîkhaneya Ortodoks a Stenbolê re rûne.

Pompeo wê di vê serdanê de têkildarî mijara “azadiya ol” a Amerîkayê, behsa “helwesta wê ya tund” bike.

Di rojên dawî de, her çendî gotegotên ku wê Pompeo bi Erdogan re bicive derketibûn holê jî, roja Înê Wezareta Derve ya DYE’yê bi daxuyaniyekê ev yek red kir.

Back to top button