Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqî ragihand ku îro operasyoneke leşkerî li sînorê Kerkûk, Selahidîn û Diyalayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest pê kir.
Şaneya Ragihandinê da xuyakirin ku bi serkêşiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, wê herêma di navbera Wadî Zixêtûn û rêzeçiyayên Hemrînê werin venêrandin.
Her wiha herêma di navbera pira Qûrî El-Şay heta pira Serhe werin venêrandin.
Tevî ku artêşa Iraqî berî 2 salan dest bi operasyonên têkbirina DAIŞ’ê kiriye, hêj tevger û êrîşên bermahiyan li gelek deverên Iraqê dewam dikin.