Siyasetmedaran bang yekitî û kombûna li dor Rêveberiya Xweser li gelê herêmê kir

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku armanca fitneyê jihevxistina tevna civakî ya li herêmê ye.

Li dijî fitneyê Siyasetmedaran bang yekitî û kombûna li dor Rêveberiya Xweser li gelê herêmê kir.

Li dijî planên qirêj ên dijminatiyê li herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî dikin, hişiyarî li gel tê kirin.

Armanc jî, têkbirina ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya xweser a ku biratiya gelan bi pêşxistiye.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin; bi têgihîştina gel wê planên Tirkiyê û hikumeta Şamê ên jihevxistina tevna gelên herêmê, vala derkevin.

Muxalîfê Sûrî Deham El-Setam destnîşan kir ku zordarî tiştekî bi xwe re nayine, ji ber zordariyê Sûriyê gihişt vê rewşê.

El-Setam diyar kir ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha got:

“Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina kar û barên gelên herêmê, xeta sêyemîn girt.

Ew dijminahiya gelê Sûriyê nake, ji ber ku li ser esasê hevbeşiya hemû pêkhate, partî, ol û neteweyên gelê Sûriyê yê herêmê ye.”

Serokê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Reqayê Yehya Mehmûd jî destnîşan kir ku fitneya li herêmê derdikeve sîstematîk e û têkbirina tevna civakê ye.

Yehya El-Mehmûd anî ziman ku divê gel li dora rêveberiya xweser bisekine da ku komplo û planan pûç bikin û wiha bidawî kir:

“Gelê Sûriyê yek e û bi guhertinê bawer e, her wiha bi pirrengiyê û demokrasiyê bawer e.

Gel dixwaze bi azadî û li gel demokrasiyeke rasteqîn bijî. Nebin amûrên derxistina fitneyê.”

Back to top button