Xelkê Reqayê tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn

Xelkê bajarê Reqayê bi daxuyniyekê tevlîbûna xwe ya nava pêngava komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Apo ragihand.

Xelkê bajarê Reqayê di daxuyniya xwe de bal kişandin ser tecrîda giran ya li dijî rêber Apo û gotin:

Komploya Navneteweyî bi tecrîdeke giran heta niha didome.

Deweta Tirk bi girtina Rêber Apo xwest gelê kurd tune bike, doza kurdî têk bibe û rojhilata Navîn bike navenda şer û aloziyan.

Ji lewam em bang li Yekitiya Ewropayê dikin ku xwedî li zagonên xwe derkevin.

Her wiha banga rakirina tecrîd û azadiya rêber Abdualh Ocalan dikin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku piştî raghandina pêngavê ji aliyê Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngav li Şehba û Til Temirê jî hatiye destpêkirin.

Tê destnîşankirin ku armanca pêngavê, komkirina 100 hezar îmze ye.

Ciwanên Tebqayê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kirin

Ciwanên Tebqayê jî ji bo piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi xwedina pirtûkên Rêber Apo kirin.

Şehba-Komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike

Back to top button