Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir

Piştî gefên dewleta Tirk ên êrişa li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê jî serdana Bexdayê kir. Şande li Parlementoya Iraqê li gel aliyên siyasî civiya.

Piştî gefên dewleta Tirk ên êrişa li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir.

Di nava şandeyê de nûnerê PADÊ, TAJÊ, Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Meclîsa Rêvebir a Şengalê hene.

Şande li Parlementoya Iraqê li gel Hevpeymaniya Hêviya Kurdistan û Hevpeymaniya Teyar a Nîştimanî civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya di beramberî van gef û êrişan nîqaş hatiye kirin.

Her wiha daxwazên Civaka Êzidî yên ji bo Xweseriya Şengalê jî hatin nîqaşkirin.

Wê hevdîtinên şandeyê li Bexdayê berdewam bikin.

Back to top button