Îro Tevgera Kevana Zêrîn li bajarê Rimêlan konferansek li dar xist û bi hin rêzebiryaran bi dawî kir.
Ev konferansa duyemîn e ku Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rimêlanê li dar dixe.
Tevgerê meclisek ji 42 delegeyan ava kir û rêzebiryarên girêdayî çand û jinan di civakê de da.
Di konferansê de, rapora salane ya tevgerê hate xwendin, rewşa rêxistinî û rola wê di civakê de hatin nîqaşkirin.
Her wiha navê tevgerê hate guhertin û bû “Tevgera Çand a Jinan a Tevgera Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” û meclisek ji 42 delegeyan hate avakirin.