Bendava Tişrînê ji ber rêjeya ava kêm heta hefteyekê tê rawestandin

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber dewamkirina girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê heta hefteyekê ji xizmetê derdikeve.

Rêveberiya Bendavan têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand, tê de hat gotin:

“Ji ber kêmbûna ava Firatê û bandora wê li ser golên li ser çemê Firatê, her wiha ji bo ku mewsima çandiniyê ya 2023`an telef nebe, biryara rawestandina bendava Tişrînê heta dayîn.”

Hat gotin ku eger sewiyeya avê di vê astê de bimîne, dê li gorî plana Rêveberiya Bendavan û saziyên têkildar bendava Tişrînê dem dem bê rawestandin.

Li gorî Rêveberiya Bendavan, rawestandina bendava Tişrînê di vê hefteyê de wê bandorê li avdana erdan û peydakirina ava vexwarinê neke.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara rawestandina bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê de heta hefteyekê, erê kir.

Back to top button