Meclisa Îştar a Mexmûrê starta çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku Rêber APO azadiya jinê kiriye xwedî çarçoveyek teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihunin Tevna Jiyanê’ starta 8’ê Adarê ji aliyê Meclîsa Îştar a wargehê ve hate dayîn.

Îsal ji ber erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî çalakiyên girseyî hatin rawestandin.

Lê wê çalakiyên cuda cuda werin kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêber APO azadiya jinê kiriye xwedî çarçoveyek teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî.

Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azade û temînata neteweke birêxistin kiriye.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku roja 8 Adarê ji bo tevahî jinan roja têkoşîn û berxwedaniyê ye.

Bernameya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yê Meclîsa Îştar wiha ye:

1’ê Adarê wê ji aliyên jinên ciwan ve belavok werin belav kirin.

3’ê Adarê wê seminer were dayîn.

4’ê Adarê wê jinên ciwan daxuyanî bidin.

5’ê Adarê wê ji bo xwendevanên dibîstana Amadeyî seminer were dayîn.

6’ê Adarê wê ji aliyê Saziya Weqfa Jinê ve pêşangehek were vekirin.

7’ê Adarê wê ji bo beşdarbûna meşa 8’ê Adarê vexwendiname werin belav kirin.

8’ê Adarê wê meşek girseyî were li darxistin.

Back to top button